Almanya mîtînga wezîrekî Tirkiyê betal kir
Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekir Bozdag biryar bû, ku ji bo referanduma guhertina Destûra Tirkiyê, li Almanyayê beşdarî civîneke cemawerî bibe, lê belê ew civîn ji aliyê hikûmeta Almanya ve hat betalkirin.
Tirkiyê li hember wê biryara Almanya, bertekek tund nîşan da.
Wezareta Derve ya Tirkiyê, îro pênşemî Balyozê Almanya yê Tirkiyê Martin Erdman bo gihandina peyama nerazîbûna Enqerê, bangî avahiya wezaretê kir û nerazîbûna tund a xwe him bi awayê devkî û him jî bi nivîskî jê re ragihand.
Kurtulmuş: Ev pêngav ne li gorî pîwanên demokrasiyê ye
Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê Numan Kurtulmuş jî li ser vê biryarê di daxuyaniya xwe de bertek nîşan dabû.
Kurtulmuş di daxuyaniya xwe de rexne li biryara Almanyayê girtibû û aşkere kiribû, mîtîngên ku dixwazin li Almanyayê li dar bixin, ne ku bandorek li ser siyaseta navxweyî ya Almanyayê bikin, pêk tînin.
Numan Kurtulmuş destnîşan kiribû, di welatekî demokratîk de qedexeyên bi vî şiklî divê pêk neyê û got: “Eger di welatekî demokratîk de qedexeyeke bi vî rengî hebe, weke pransîp ev nayê qebûlkirin. Divê pêşiya “ERÊ” jî “NA”yê jî were vekirin.
Herwiha Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê Kurtulmuş amaje kir, divê zemînek were amadekirin ku hemwelatiyên Tirkiyê bêne agahdarkirin û got: “Ev pêwîstiya demokrasiyê ye. Eger mîtîng neyê pêkanîn, mirov çawa dê bikaribe bêje dengê xwe bidin.”
Kurtulmuş diyar kir, Almanya bi vê qedexeyê, di nav xwe de dikeve nakokiyê û got: “Eger rêya qedexeyê were hilbijartin, ev dibe nakokiyeke navxweyî. Hûn dê bêjin dengê xwe bidin, lê kampanya bila neyê kirin. Ev hîç ne li gor demokrasiyê ye.”
Rudaw
