• Sunday, 22 February 2026
logo

Hêzeke serbazê bi ser şirketa petrolê ya Kerkûkê de girtiye

Hêzeke serbazê bi ser şirketa petrolê ya Kerkûkê de girtiye
Li parêzgeha Kerkûkê hêzek serbazî ku nehatiya naskirin bi ser Şirketa Petrola Bakur a Iraqî de girtiye.

Hêzeke serbazî ya nenaskirî li parêzgeha Kerkûkê bi ser bi ser Şirketa Petrola Bakur a Iraqî de girtiye û Wezareta Ptrolê ya Iraqê jî dibêje ew ji çûna wê hêzê ne agahdar in.

Hêza nenaskirî beşa AT1ê zext kiriye ku petrola Herêma Kurdistanê bi xeta boriyan ji bo bendera Ceyhan a Tirkiyê tê hinardekirin.

Serokê Lijneya Gaz û Petrolê li Encûmena Parêzgeriya Kerkûkê Ehmed Eskerî ji Rûdawê re agahiyên bi ser girtina Şirketa Petrola Bakur a Iraqî ya ji aliyê hêzeke serbazî ve piştrast kir û got, wan ew hêza navborî nas nekirine.



Rûdaw derbarê vê yekê peywendî bi Berdevkê Wezareta Petrola Iraqê Asim Cihad re kir û wî bê agadarbûna xwe li ser çûna wê hêzê ragihand. Ev yek di demekê de ye ku parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm bi serdanekê li Amerîka ye û heya niha nevegriyaye Kerkûkê.

Herwiha Berdevekê Hêza Asayîşa Kerkûkê ya bi ser Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ve Simko Mehmûd jî ragihand ew ji bûyerê ne agahdarin.

Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê di serdana herî dawî ya li Bexdayê derbarê petrola Kerkûkê de rêkeftinek îmze kiribû.

Li gorî wê rêkeftinê, ji wê stasyona petrolê ya di bin çavderiya Bexdayê de bi rêya xeta boriyên petrola Herêma Kurdistanê dê rojane 100 hezar bermîl petrol ji bo bendera Ceyhan a Tirkiyê were veguhestin.



Petrola Kerkûkê niha bi riya boriya nefta Kurdistan - Ceyhan ji bo bazarên Cîhanê tê şandin.

Du zeviyên petrola Kerkûkê di jêr kontrolkirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ne û 3 zeviyên din li jêr kontrola Şirketa Petrola Bakur a Iraqî bi Wezareta Petrola Iraqê ve ye.

Herêma Kurdistanê rojane 150 hezar bermîl petrol ji zeviyên Bay Hesen û Havana û hikûmeta Iraqê jî 150 hezar bermîl ji zeviya Bakur berhem tînin.

Ji bilî peydakirina pêdeviyên navxwe weke sutemeniya wêstegehên elektirîkê, nêzî 120 hezar bermîl ji wê petrolê bi rêya boriya Kurdistanê ve ji bo bendera Ceyhan li Tirkiyê tê şandin.

Ji dahata petrola tê şandin ji sedî 50 bo Herêma Kurdistanê tê veqetandin.

Rudaw
Top