NY senterek din yê çareserî û piştgiriya jinan vedike
Şandeya mêvan çalakiyên Senterê Çareserî û Piştgiriya Jinan ku ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê û bi piştevaniya Neteweyên Yekgirtî li bajarê Duhokê hatiye damezrandin bilind nirxandin û eşkere kir ku ji bona wergirtin û çareserkirina ew jinên rastî şidetê hatine yan jî ji destê terorîstên DAÎŞê rizgar bûne, ew dê du senterên din yên bi wî awayî; yek li Hewlêrê û yek jî li Bexdayê vekin.
Nêçîrvn Barzanî di axavtina xwe de xebat û rola Zeyneb Bangora yên di warê rûbirûbûna şideta li dijî jinan bilind nirxandin û daxwa jê kir ku şareza û pisporên Neteweyên Yekgirtî, yên di vî warî de, alîkariya wezareta navxwe û encumena balaya xaniman bikin daku bikaribin baştir rûbirûyê wan diyadeyên di vê açrçoveyê de di nav civakê de diqewimin bibin.
Serokwezîr tekîd kir ku hikûmeta Herêma Kurdistanê dê lis er xebatên xwe yên rûbirûbûna şideta li dijî jinan berdewam be.
