Hêzên Îraqê rêyên serekî yên derketina ji Mûsilê kontrol kirin
Fermandarîya operasyonên Neynewa ragîhand; piştî rêya Mûsilê û Tellefer hatîye girtin, hemû rêkên revînê li terorîstên Daişê hatine birîn û êdî Daişê nikare ji Mûsilê derkeve.
Dîyar jî kir, Daişê ew rêk ji bo hatinuçûna navbera Mûsil û Tellefer herwesa gihiştina rojavayê Îraqê bikar tanî.
girtna vê rêkê jî, piştî peyama Ebu Bekir Bexdadî xelîfê Daişê tê ku doh arasteyî çekdarên xwe kirîye û ji wan xwestîye ji Mûsilê birevin.
Operasyona rojavayê Mûsilê di roja xwe ya dehê daye, heta niha nêzîkî 30 gund, tax û nawçeyên wî alîyê bajar kontrol kirine.
War.tv
