Mertala Ferêt 2 gundan ji HSDê distîne
Fermandarekî grûpên opozîsyona Sûriyê yên Mertala Ferêt ji ajansa “AA” re ragihand, hêzên wan bi piştevaniya Tirkiyê, gundên Tel Tuweyran û Karatê yên rojhilata Babê ji kontrola HSD derxistine.
Fermandar Mihemed Xetîb da zanîn, li derdora wan gundan pevçûnên dijwar rû didin diyar kir ku, li wê derê hêzên hikûmeta Sûriyê bi HSDê re di nav hevkariyê de ne.
Li aliyê din, Encûmena Serbazî ya Minbicê da xuyakirin, grûpên opozîsyona Sûriyê êriş li gundên rojavayê Minbicê Gurheyok, Holaş û Xalîde kirine û li derdora wan gundan şer berdewam dike.
Berdevkê Encûmena Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş ji K24ê re ragihand ku, duh danê nîvro, çekdarên DAIŞê ji aliyê başûrê bajêr ve grûpên opozîsyonê yên Mertala Ferêt di heman demê de êrîşî Minbicê kirin û şer û pevçûn berdewam in.
K24
