Perlemanterek: Hilbijartinên herêmê û Îraqê tên paşxistin
Rêzan Şêx Dilêr, perlemantara Yekîtîyê li civata nûnerên Îraqê got: zehmete îsal çi hilbijartin li herêma Kurdistanê û Îraqê bên kirin, ji berku hijmareka mezin ya welatîyan aware bûne, pêşbînî tê kirin ku hilbijartinên civatên parêzgehan û civata nûnerên Îraqê, ji bo sala 2018, bên paşxistin.
Got jî: ji bilî awareyan, herêma Kurdistanê gelek pirsên darayî û qanûnî hene û bi çi rengan nikare îsal, hilbijartin li herêmê bikin.
War.tv
