Mezintrîn serbazgeha DAIŞê hat kontrolkirin
Serbazgeha Temûz dikeve nêzîkî balefirxaneya Mûsilê û berî niha hêla tirênê bû lê DAIŞê li wê serbazgehê çekdarên biyanî û zarok perwerdekirine.
Ew serbazgeh mezintirîn serbazgeha DAIŞê li Mûsil û Iraqê bi giştî ye ku hatiye kontrolkirin.
Ji aliyê din ve êrîşên hêzên Iraqê li aliyê rastê yê Mûsilê berdewam in û wan rêya sereke ya Mûsilê - Teleferê kontrol kirin û niha gihîştine ser rûbarê Dîcleyê.
Artêşa Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand ku îro hêzên wan rêya Mûsil-Telefer kontrol kirine û herwiha çûne nava Weadî Hecer li Rojavayê Mûsilê.
Artêşa Iraqê bal kişande ser wê yekê jî ku wan 2 girtîgeh li taxa Teyeran dîtine ku 40 zindanî têde bûn.
Li gorî daxuyaniya artêşa Iraqê yek ji wan girtîgehan taybet bû bi jinan û 20 jin têde girtîbûn.
Rudaw
