CHP: Bilindkirina Ala Kurdistanê peyam bû
Hikûmeta Tirkiyê di pêşwazîkirina Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de li Firokexaneya Ataturk a Stenbolê û Firokexaneya Esenboga ya Enqerê, Ala Kurdistanê bilind kiribû.
Li Tirkiyê piştî seredana Serokê Herema Kurdistanê Mesûd Barzanî bo Tirkiyê niqaşên vê seredanê hin jî di rojevê de ne.
Cîgirê Serokê Giştî yê CHPê Ozturk Yilmaz li Parlamentoya Tirkiyê civîneke çapemeniyê li dar xist û derbarê rojevê de daxuyanî da.
Ozturk Yilmaz derbarê bilindkirina Ala Kurdistanê li firokexaneyên Stenbol û Enqerê de wiha got:
“Em berî niha gotibû Barzanî beriya her hilbijartinên Tirkiyê ji aliyê AKPê ve tê vexwendin da ku dengê kurdên mihafezakar bidest bixe. Ev bûyera alayê beriya hilbijartinên referandûmê têne ji bo dengderên kurdên mihafezakar ên li Amedê û bajarên din peyamek bû. Barzanî beriya niha jî hatibû û peyamên cuda dabûn.”
Rudaw
