• Sunday, 22 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya şandekî bilinda hevbeşa Wezareta Derveyê Rûsya û kompanya Gazprom kir

Serok Barzanî pêşwaziya şandekî bilinda hevbeşa Wezareta Derveyê Rûsya û kompanya Gazprom kir
Roja çarşem 01.03.2017 li Selahedîn, birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandekî bilinda hevbeşa Wezareta Derveyê Rûsya û kompanya Gazprom a Rûsî kir ku ji Maksîm Maksîmov Balyozê Rûsya li Iraq, Valêriyan Şuvayv Cîgirê Birêveberê Giştî yê Beşê Rojhilata Navîn li Wezareta Derveyê Rûsya, Vîktor Sîmakov Konsolê Giştî yê Rûsya li Hewlêr û şandekî bilinda kompanya Gaziroma Rûsî pêkhatibûn.

Li hevdîtinê de ku birêz Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê û Felah Mistefa Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derveyê Herêma Kurdistanê amade bûn, şanda mîhvan pêdagiriya welatê xwe li ser hevsozî û berdewambûna peywendiya li gel Herêma Kurdistanê dûpat kir û amadehiya Rûsya ya ji bo pêşxistina peywendiyên li gel Herêma Kurdistanê li hemû waran da, xisterû. Şandê pesna serkeftin û qehremaniya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir li rûbirûbûna terorîstan da û spasî Serok Barzanî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ya ji bo asta bilinda hevkariya li gel Balyozxaneya Rûsya li Bexda û Konsolgeriya Rûsya li Hewlêr û kompanya Gazprom li Kurdistanê.

Li beşekî dinê vê hevdîtinê de şanda bilinda kompanya Gazproma Rûsî, plan û kar û çalakiyên xwe yên li Herêma Kurdistanê ji bo Serok Barzanî rûn kir û tekez li ser berdewamîdan û pêşxistina karên xwe kirin.

Li hevdîtinê de Serok Barzanî ji bilî balkişandina li ser peywendiyên dîrokiyên di navbera gelê Kurdistan û Rûsya, amadehiya Herêma Kurdistanê ji bo pêşxistina peywendiyên li gel Rûsya pîşan da û daxwaz jî kir li wan pêşxistinan da, girîngiyeke taybet bi kertê çandinê bidin. Her wiha Serok Barzanî ji bo berdewamî û pêşxistina çalakiyên wan yên li Kurdistanê destxweşiyê li kompanya Gazprom kir.

Behskirina rewşa navçeyê û şerê terorîstan û pêşrewiyên operasyona azadkirina Musilê, beşekî dinê vê hevdîtinê bûn.

Rudaw
Top