• Sunday, 22 February 2026
logo

Barzanî li gel aliyan dicive û şandeyek bilind jî diçe Bexdayê

Gulan Media February 28, 2017 Nûçe
Barzanî li gel aliyan dicive û şandeyek bilind jî diçe Bexdayê
Barzanî, piştî ku vegere Kurdistanê dê li gel partiyên siyasî yên Kurdistanê bicive û bersiveke hevbeş bo projeya El-Hekîm û pêkanîna şandeyeke hevbeş ji partî û pêkhateyên Kurdistanê dê pêkanîn, ku biçin Bexdayê û danûstandinên serxwebûna Kurdistanê gotûbêj bikin.

Li gor zanyariyên rojnameya Bas biryare, piştî vegera serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji sefera derve, dê li gel hemû aliyên siyasî bicive û derbarê serdanên xwe de agahî bide û her di wan civînan de şandeyeke bilind a partiyên Kurdistanê dê bê pêkanîn ku biçe Bexdayê û danûstandinên serxwebûna Kurdistanê li gel hikûmet û berpirsên Iraqê gotûbêj bike.

Li gor heman zanyariyan di wê civînê de, bersiveke hevbeş a aliyên Kurdistanê, ji projeya El Hekîm re dê bê dayîn, ku berî naha serdana Kurdistanê kiribû û projeya xwe pêşkeşî serokatiya herêma Kurdistanê kiribû, ji bo vê jî ew proje dê bê gotûbêj kirin û şandeya ku bê ava kirin bersivê dê li gel xwe bibe û bigehîne hevpeymaniya niştimanî.

Herwaha li gor zanyariyên Bas PDK û YNK di civîna xwe ya dawiyê de li ser vê pirsgirêkê rêkeftine û YNKê jî di nexşerê ya xwe de amaje bi vê yekê kiriye.

Li gor zanyariyên bidest ketine, bo vê pirsê her du polîtburoyên PDKê û YNKê gotûbêja du planan kirine, ya yekem bi danûstandin û gotûbêjên li gel Iraqê ve bigehin rêkeftinê û pirsgirêkên sînor ê di navbera her du aliyan de çareser bike. Ya duyem jî eger rêkeftin nehate kirin, bi piştevaniya madeya 140 a destûra Iraqê ve rêveberiya kurd li herêma Kurdistanê dê biryara referandomê bo navçeyên ku nakokî li ser hene di navbera Hewlêr û Bexda bide, kun aha ji aliyê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ve tên kontrol kirin û parastin.

Endamê polîtburoya YNKê û serpereştê yekeya 70 a Pêşmergeyên YNKê Şêx Cefer Şêx Mistefa di serdana Barzanî ya ji bo konferansa Munchenê wî jî beşdariya şandeyê kir û di hemû hevdîtinên Barzanî yên li gel berpirsên welatên derve de ew jî amade bû. Şêx Cefer Şêx Mistefa ji rojnameya Bas re ragehand: ‘’Hemû hevdîtinên pêkhatin de behsa serxwebûna Kurdistanê û gotûbêja wê hate kirin. helwêst û pêşwaziya wan hemû aliyên navnetewî yên bilind jî erênî bû.’’ Herwaha got: ‘’Bi kiryar jî dema serxwebûna Kurdistanê hatiye û divê li ser vê yekê bi cidî li ser vê pirsê li gel Bexdayê gotûbêj bên kirin.’’

Basnews
Top