Rojhilat – Li Ormiyê 2 girtiyên kurd hatin îdamkirin
Îro danê sibê li girtîgeha Ormiyê 3 kes hatin îdamkirin ku 2 kes ji wan kurd bûn, yê din jî azerî û xelkê bajarê Tewrêzê bû.
Sûcê her sê kesên ku hatine îdamkirin, qetil û kuştin bûye. Navê girtiyên kurd yên ku hatine îdamkirin, ev in: Efşîn Şoketî û Mirteza Baqirzade, her du jî xelkê Ormiyê bûne.
basnews
