Êvariya roja dûşem 27.02.2017 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê piştî serdanekî çend rojî ya derveyê welat û beşdarîkirina li Konferansa Asayîşa Cîhanî ya li bajarê Munîxa Almanya û hevdîtina li gel hejmareke zêdeyê berpirsên bilindên cîhanê li çarçoveya konferansê û her wiha serdana Fransa û civîna li gel Serokê Fransa û paşê serdana welatê Tirkiye û hevdîtinên li gel Serok Komar û Serok Wezîrê wî welatî, li rêya Firokxaneya Navdewletiya Hewlêrê vegeriya Herêma Kurdistanê.