• Sunday, 22 February 2026
logo

Bahçelî: Em naxwazin 'Ala Kurdistanê' bibînin

Gulan Media February 28, 2017 Nûçe
Bahçelî: Em naxwazin 'Ala Kurdistanê' bibînin
Serokê Partiya Tevgera Netewperest a Tirkiyê (MHP) Devlet Bahçelî li firokexaneya Stenbolê bilindkirina Ala Kurdistanê bi tundî rexne kir û got; “Di kêleka ala Tirkiyê de bilindkirina vê alê skandal e û rezîltî ye.”

Serokê Partiya Tevgera Netewperest (MHP) Devlet Bahçelî îro li Enqerê di civîna koma partiya xwe de axivî û derbarê serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya ji bo Tirkiyê got; “Mijara me ne ew e em niha derbarê sedem û encamên vê serdanê biaxivin. Ji lewra mijareke din ê giringtir heye.”

Bahçelî diyar kir, ku mijara giring ew e, ku di 26ê Sibatê de dema Barzanî hatiye Stenbolê li Firokexaneya Atatûrk Ala Kurdistanê hatiye bilindkirin û got; “Di dema serdana Serokomar û Serokwezîr a ji bo Hewlêrê de hate dîtin, ku di bin navê Ala Rêveberiya Herêma Kurdî ya Iraqê de alek li kêleka Ala Iraqê hatiye bilindkirin. Ev mijareke navxwe yê yê Iraqê ye û me eleqeder nake. Lê bi heman şêwe, ew al li kêleka Ala Tirkiyê hatiye bilindkirin. Ew yek skandal e, şerm e û rezîltî ye. Kî destûr daye qaşo ev al li wir liba bibe? Gelo bilindkirina Ala Barzanî nezanîna burokratekê ye? An jî perçeyekê plangeriyê ye?”

Devlet Bahçelî di berdewama axaftina xwe de ji Serokomarê Tirkiyê pirskir ka gelo agahiya wî ji danîna alê heye yan ne û herwiha ji Serokwezîr jî pirs kir ka çima negotiye kî ew al daniye pişta wî û wiha axivî:

“Tirkiye ji kengî ve ala wan pêşmergeyan nasdike, ku li bakûrê Iraqê behsa referandûma serxwebûnê dikin û derbarê azadkirina HDPyiyan de nêrîna xwe dibêjin?”

Serokê Partiya Tevgera Netewperest (MHP) Devlet Bahçelî herwiha got, ku ew tehemûl nakin Ala Kurdistanê li ser bane Serokwezîriyê bibînin û diyar kir, ku divê Barzanî baca piştgiriyên xwe yên ji bo PKKê bide.

Rudaw
Top