• Sunday, 22 February 2026
logo

Ahmet Turk: Barzanî aktorekî girîng e

Gulan Media February 27, 2017 Nûçe
Ahmet Turk: Barzanî aktorekî girîng e
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Hevserokê Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê yê berê Ahmet Turk civiyan.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Hevserokê Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê yê berê Ahmet Turk îro li Enqere hatin bal hev. Di hevdîtinê de ji bilî Barzanî û Turk, Bedevekê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî û Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hûsên û Hevserokê Şaredariya Agirî Sirri Sikak amade bûn.

Piştî civînê Ahmet Turk behsa hevdîtinê kir û ragihand ku rola Mesûd Barzanî ji bo siyaseta Kurdan gelek girîng e û wiha got, me daxwaz ji Barzanî kir rola xwe di destpêkirina pêvajoya aştiyê de bilîze.

Turk amaje kir ku divê beriya her tişt di navbera siyasetmedarên kurd de yekîtî hebe û bikaribin ramanên xwe bi hev re parve bikin û wiha domand:

“Barzanî ji bo Kurdan aktorekî gelekî girîng e. Em dixwazin di vê heyamê de şer rawest e û siyasetekê li ser aştiyê were holê û deriyê diyalogê vebe û Barzanî rola xwe bilîze.”

Hevserokê Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê yê berê Ahmet Turk anî ziman ji bo pêvajoya aştiyê dîsa dest pê bike divê Hevserokên HDPê û parlamenterên bi ser HDPê ve û hevşeredarên hatine girtin serbest bêne berdan û wiha pê de çû:

“Ez bawerim ku Barzanî jî fikr û ramanên xwe ji bo vê pêvajoyê û berdana hevalên me bi Serokomar re parve kirine. Jixwe di rojnameyan de jî ev tişt derket holê. Armnaca me ew e ku siyasetmedarên kurd bi hişmediyeke hevpar li Rojhilata Navîn siyaseta bimeşînin.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, di geşta xwe ya ber bi Tirkiyê ve duh Yekşemî 26ê Sibata 2017ê saet 16:30 gihîştibû Firokexaneya Ataturk a bajarê Stenbol.

Mesûd Barzanî duh bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re hevdîtinek pêk anîbû û piştî bi dawî hatina civîna bi Erdogan re, Barzanî ber bi Enqerê ve kete rê û saet 20:30 gihîşt Firokexaneya Esen Boga ya Enqerê.

Biryar e Barzanî îro li gel Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim re jî bivcive.

Rudaw
Top