Azerbeycan: 5 leşkerên me di şerê li gel Ermenîstanê de hatin kuştin!
Wezîreta berevaniya Azerbeycanê ragehand; Ji aliyê Ermenîstanê ve li qada şer termên ku mane ji bo bên derxistin, bi navbeynkarên navnetewî ve rêkeftinek pêkhat, lê Ermenîstan wê rêkeftinê binpê dike.
Bi navbeynkariya nûnerên Saziya ewlekarî û hevkariya Ewropa û Xaçasor a navnetewî ve 26.02.2017ê bo agirbesteke dualî di demjimêra 12:00ê û pê de destpê bike û leşkerên jiyana xwe ji dest dane ji qada şer bên derxistin rêkeftinek pêkhatibû, lê Azerbeycanê ragehand, ew rêkeftin ji aliyê Ermenîstanê ve hatiye binpê kirin û daxwazên nû ên nayê pejirandin derxistine pêş.
Herwaha wezareta berevaniya Azerbeycanê ragehand, li herêmên din ên eniyê, artêşa Ermenîstanê bi çekên giran ve şer û pevçûnan dide berdewam kirin.
Basnews
