Osman Baydemîr: Em hêvî dikin serdana Barzanî bibe derfet
Berdevkê nû yê HDPê Osman Baydemîr îro li Navenda Partiya HDPê civîna çapemeniyê li dar xist û derbarê serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya Tirkiyê de jî axivî.
Osman Baydemîr wiha got: “Serdana Serok Barzanî ya Tirkiyê nîşaneya geşedanên girîng in. Serok Barzanî ji helwesta HDPê agahdar e. Em hêvî dikin ku serdana Serok Barzanî bibe derfeta ku hikûmeta AK Partiyê dev ji dijminatiya Kurdanberde.”
Bi berdewamî Baydemîr got: “Bila Hikûmeta AK Patiyê polîtikaya xwe dostane ya ligel Başûrê Kurdistanê sirayetê Rojava jî bike û em hêvî dikin ku dev ji dijminiya Kurdan berdin.”
Hejayê gotinê ye Osman baydemir di destpèka axavtina xwe de got: “Em xemgînin ku xebatkara Rûdawê jina rojnamevan a kurd Şîfa Gerdî jiyana xwe ji dest daye. Serê Rûdawê û medyaya kurdî û gelê kurd sax be."
Rudaw
