Îran: Dê bersiva Tirkîyê li Îraqê û Sûrîyê bidin
Mensûr Heqîqet Por, endamê lijna asayîşa niştîmanî û sîyasetên derve yên perlemanê Îranê rexne li daxuyanîyên berpirsên Tirkîyê yên li dijî Îranê girt û dîyar kir: Îran dê bersiva Tirkîyê li Îraqê û Sûrîyê bide.
Got jî: piştî hewla kotedaya serbazî ya par welatê wî piştevanîya hikûmeta Erdogan kir, lê berpirsên Tirkîyê ji ber nefamîya xwe rexneyê li sîyaseta derve ya Îranê li deverê girtin.
Mevlûd Çavuşoglu , wezîrê derve yê Tirkîyê di kongreya Myonşinê yê asayîşa Navdewletî da rexne li sîyaseta derve ya Îranê li deverê girtibû û bi sîyaseteka têkderane bi nav kiribû.
war.tv
