• Sunday, 22 February 2026
logo

Ehmed Turk: Destpêkirina şer ji aliyê PKKê ve xelet bû!

Gulan Media February 26, 2017 Nûçe
Ehmed Turk: Destpêkirina şer ji aliyê PKKê ve xelet bû!
Serokê Şaredariya Bajarê Mezîn ê Merdînê yê berê Ehmet Turk derbarê pêvajoya çareserî, guherîna Destûra Bingehîn û axaftina bi telefonê ya bi Serokê MHPê Devlet Bahçeli de pirsên Kubra Para nûçegihana rojnameya Haberturkê bersivandin.

Ehmet Turk di axaftina xwe de got: "Tê zanîn ku piştî hilbijartina 7ê Hezîranê Serokomar Recep Tayyip Erdogan pêvajoya aştiyê qedand. Lê heke ez bûma hetanî hûrgiliyên vê derketana ez ê bi sebr bisekiyama. Piştî 7ê Hezîranê destpêkirina çalakiyan ji hêla kurdan ve xeletî bû. Ez eşkere dibêjim û wiha dinirxînim. Dîplomasî kêm hate meşandin. Ez bûma ez ê bi peyamên ‘em hê li cihê xwe ne', ‘em ê ji bo aştiyê hetanî dawî li ber xwe bidin', ‘em pêvajoyê têk nabin' û derketana qadan. Tabî ev ne di kontrola min de û ne jî hêza min jê re heye. Ev biryara rêxistinê ye û şense siyasiyan ku ve biguherîne tuneye."

Turk di berdewamiya axaftina xwe de got: "Berê jî çend caran bi xebera dewletê em çûne Qendîlê û me peyamên birêz Ocalan gihandin wan. Yên Qendîlê jî gotin ji bo ku ev pêvajo bi aştiyane berdewam be em ê peyamên serok bi cih bînin. Lê di encamekê de em ketin dorpêçeke şîdetê. Gumanên min hene. Ev biryar çima hatin girtin? An jî aktör kî bûn? Belkî rojekê ev derkevin holê."

Siyasmedarê kurd di dirêjiya axaftina xwe de got: "Ez mirovekî demokratxwaz im û bi salane ez tekoşîna vê dimeşînim. Beriya her tiştî ya girîng ev e ku gel bi îradeya xwe ya azad here ser sindoqan. Divê bi azad here û bi çi bawer be bi wî awayî dengê xwe bide. Divê polîtîkayeke ku yê dengê ‘erê' bide welatparêz û yê dengê ‘na' bide xayîn e neyê meşandin. Lewra ev referandum ne mijara partiyan e. Hinek kesên AKPyî jî divê bikaribin divê referandumê de bikaribin dengê ‘na' bidin. An jî ji partiya min jî însanên ku dengê ‘erê' bikaribin bidin hebin. Nêrîna yekparêzî tu fêdeyê nade Tirkiyeyê. Yên ku bi salan ji bo yekparêziya CHPê ew rexne kirin niha vê nêrîna yekparêzî diparêzin. Gelo wê çawa bikaribin gel qanih bikin?

Basnews
Top