• Sunday, 22 February 2026
logo

Barzanî gihîşt Stenbolê

Gulan Media February 26, 2017 Nûçe
Barzanî gihîşt Stenbolê
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî gihîşt bajarê Stenbolê yê Tirkiyê.

Serokê Herêma Kurdistana Mesûd Barzanî, dê îro Yekşemê 26ê Sibatê li Stenbolê bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re bê ba hev.

Mesûd Barzanî, îro Yekşemê dê saet 17.00ê li Stenbol bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re hevdîtinekê pêk bîne.

Peyamnerê Rûdawê li Stenbolê Rawin Stêrk ragihad ku Mesûd Barzanî û Recep Tayyip Erdogan dê li ser çend mijarên girîng biaxivin.

Peyamnerê me got tê pêşbînîkirin ku di hevdîtina Barzanî û Erdogan de li ser peywendiyên dualî, rewşa Mûsil, rûdanên dawîn, hebûna PKK li Şingalê bisekinin.

Di heman demê de peyamnerê me got, di hevdîtina navborî de rudanên wê dawiyê yên li Rojavayê Kurdistanê û Sûriye û vegera Pêşmergeyên Rojava Kurdistanê jî dê were gotûbêjkirin.

Rudaw
Top