Serok Barzanî serxweşiyê li malbat û kesukarên şehîd Şîfa Gerdî kir
Ji bo malbat û kesukarên rojnamevana Şehîd Şîfa Gerdî
Bi xemeke mezin ve nûçeya şehîdbûna rojnamevan Şîfa Gerdî gihîşt min ku roja şemî 25.02.2017 li dema encamdana erkê rojnamevaniyê li bajarê Musilê şehîd bû. Şehîdbûna Şîfa dûpatkirina rol û pêgeh û qurbanîdana jin û xortên serbilindên welatê me ye li karwana xebat û xweragirî û rewşengeriya gelê Kurdistanê de.
Bi vê xemgîniyê pirse û serxweşiya xwe pêşkêşî we û hevkarên wê yên li tora medyayî ya Rûdaw û hemû rojnamevanên Kurdistanê dikim.
Ji xwedayê mezin hêvîdarim ruhê pakê şehîd Şîfa bi bihûşta fireh şad bike û sebir û aramiyê jî bibexşê hemû aliyek.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
25.02.2017
