HDPê piştgirî da Barzanî
Parlamenterê Wanê yê Partiya Demorkatîk a Gelan (HDP) Lezgîn Botan, şeva înê 24ê Sibata 2017ê beşdarî bultena nûçeyan a kanala teelvizyonî ya Rûdawê bû û li ser mijarên rojevê axiv.
Lezgîn Botan ji Rûdawê re behsa peyama herî dawî ya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya ji bo berdana Hevserokê HDPê Selahedîn Demirtaş û hevalên wî kir û piştgiriya xwe bo vê peyama Barzanî aşkere kir.
Lezgîn Botan di vê bareyê de ragihand, ku Mesûd Barzanî li ser astê navdewletî wek serokê Herêma Kurdistanê û serokekî neteweyî hatiye naskirin, û daxwaza wî ya ji bo azadkirina Hevserokê HDPê Selahedîn Demiratş, destêwerdan di nav karûbarên Tirkiyê de nîne.
Botan herwiha got, bandora Barzanî him li ser gelê Kurd heye, him jî li ser AK Partiyê li Tirkiyê heye, û daxwaza wî ya ji bo azadkirina Demirtaş di cihê xwe de ye.
Lezgîn Botan bal kişande ser rewşa herî dawî ya gundê Xirabê Baba yê girêdayê navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê, ku ev nêzîkî 15 rojane di bin dorpêça hêzên ewlehiya Tirkiyê de ye, û got hikûmeta Tirkiyê dixwaze tevgera Kurdî ber bi şer ve rakişînin, û di heman demê de jî dixwaze dengê alîgirên MHPê û nijadperestan di referandumê de qazanc bike.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevpeyvînekî de ji rojnameya almanî Frankfurter Allgemeine Zeitungle daxwaz kiriye, ku ji bo berjewendiya pêvajoya aştiyê li Tirkiyê, Hevserokê HDPê Selahattîn Demirtaş û hevalên wî bên berdan.
Rudaw
