• Sunday, 22 February 2026
logo

Daxuyaniya civîna civata wezîrên Herêma Kurdistanê

Gulan Media February 22, 2017 Nûçe
Daxuyaniya civîna civata wezîrên Herêma Kurdistanê
Civata wezîrên Herêma Kurdistanê, roja sêşemê 21.02.2017ê li bajarê Hewlêrê, bi amadebûna Qubad Talebanî cîgirê serokwezîr, di bin serokatiya Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê de civiya û çend pirsên giring di rojeva Herêma Kurdistanê de gotûbêj kirin.

Di destpêka civînê de, Raber Sedîq birîkarê wezareta darayî û aborî bi wekalet, pilana wezaretê ya ji bona amadekirina raportekê li ser pêşbîniyên dahatinî û xerciyên giştî li Herêma Kurdistanê bo sala 2017ê behis kir û behsa wan pêngavan yên heta niha di vê çarçoveyê de hatine avêtin kir. Û her di vê çarçoveyê de, daxwaz ji hemû wezaret û saziyên hikûmetê hat kirin ku li gor dahatinî û xerciyên xwe zaniyariyên lazim bin bi wezareta darayî û aborî bidin daku rewşa êkonomî ya herêma Kurdistanê bo sala 2017ê organize bike.

Mihemed Hacî Salih wezîrê karûbarên şehîd û enfalkiriyan û Mihemed Hawdiyanî wezîrê kar û karûbarên civakî ji beşdarên civînê re behsa serdana xwe ya bo her du welatên Swêd û Gorcistanê kir û diyar kir ku armanca serdana şandeyê ew bû; ji tecrûbeta serkeftiya wan her du welatan, bi taybetî di warê sîstema sosiyal li Swêdê, sud û mifa werbigirin. Daxwaz ji saziyên swêdî hat kirin ku dermanan ji bo ew nexweşxaneya li Helebceyê ji bona çareserkirina birîndarên çekê kîmiyayî hatiye dirust kirin dermanan û amûrên pêwîst jê re dabîn bikin.

Serokwezîr destxweşî li serdana şandeya her du wezaretan bo her du welatên Swêd û Gorcistanê kir û daxwaz jê kir ku encamên serdanan xwe û ew lêktêgihiştinên bi wan welatan re îmaza kirine bişopînin, bi taybetî ew warên ji bo Herêma Kurdistanê lazimin.
Serokwezîr, wezareta karûbarên şehîd û enfalkiriyan raspard ku digel wezareta saxlemiyê, ji bona çareserkirina birîndarên çekê kîmiyayî, digel nexweşxaneyên Komara Îslamiya Îranê hevahengiyê bikin.


Wezîrê karûbarên şahîd û enfalkiriyan behsa pilan û reformên di wezareta xwe de weke; jinûve rêxistina struktura îdariya wezaretê, kêmkirina xerciyan, kêmkirina fermange û yekîneyên îdarî, kêmkirina hijmara karmendên bi girêbest hatine damezrandin, kêmkirina kirêya saziyên ser bi wezaretê ve, nehêlna dumiaşiyê û çend warên din de kirine, kir.



Civata wezîran piştgiriya xwe ji bo bernameya hevbeşa wezareta kar û karûbarên civakî û bankaya navdewletî ji bona reformên bingehîn di warê hevkariyên civakî û ku bi awayekî bi tenê kesên misteheq ku hejar in û pêwîstiya wan bi wê hevkariyê heye li xwe bigire.

Wezareta pilandananê hat raspardin ku bi berdewamî civata wezîran li ser pêşveşûn û astengiyên li pêşiya bicîkirina nexşerêya refomêm aborî ku par sal bi hevkariya tîmeke bankeya Navdewletî hatibû amade kirin, civata wezîran hayder bike.

Top