Giringiya rêkeftina Herêma Kurdistanê û Rosneftê
Roja 21ê Sibata 2017ê, di Konferansa Navdewletî ya Hefteya Petrolê ya Londonê de di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û şîrketa Rosneftê ya hikûmeta Rûsyayê de girêbestek hate îmzekirin. Li gorî vê girêbestê dê şîrketa Rosneftê 3 salan (2017, 2018 û 2019) dê petrola Kurdistanê bikire.
Di dîroka petrola Kurdistanê de ev yekemîn car e, ku şîrketekê navdewletî yê petrolê, ku di pişesaziya petrola cîhanê de xwedan pêgeheke bi hêz e, rêkeftinekê demdirêj ligel Herêma Kurdistanê îmze dike.
Rêveberê Cîbicîkarê Şîrketa Rosneftê Igor Sechin, ku di heman demê de şêwirmendekî nêzîkî Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn e, derbarê vê yekê de dibêje; “Em dixwazin ji bo petrola Kurdistanê bazarekê nû peyda bikin.”
Li gorî daxuyaniya Wezareta Samanên Sirûştî ya Herêma Kurdistanê girêbesta ligel Rosneftê tenê ne ji bo kirîna petrola Kurdistanê ye. Wezîrê Samanên Sirûştî Aştî Hewramî di vê derbarê de dibêje, ev girêbest dê bibe sedema pêşxistina hevkariyên hemû awayên kerta petrolê ya di navbera Herêma Kurdistanê û Rosneftê de.
Li gorî zanyariyên berpirsên hikûmeta Herêma Kurdistanê dane Rûdawê, ev girêbest beşek e ji rêkeftina giştî ya di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û şîrketa Rosneftê de. Rêkeftin di Kanûna 2016ê de hatiye kirin lê di dema Konferansa Navdewletî ya Hefteya Petrola Londonê de hatiye ragihandin.
Piştî girêbêstê dê êdî petrola Kurdistanê raste rast ji parzûngehên Rosneftê yên li seranserê cîhanê re bê hinardekirin.
Berpirsekî Herêma Kurdistanê ji Rûdawê re ragihand; “Hikûmeta Herêma Kurdistanê dilxweş e ku dewsa petrola xwe bide şîrketên bazirganiyê, raste rast difiroşe şîrketekî mezin ê navdewletî. Di parzûnkirina petrola cîhanê de Rosneft xwedan rolekî berçav e. Girêbest nîşana wê yekê ye, ku di cîhanê de baweriya bi petrola Herêma Kurdistanê zêde bûye.”
Derbarê giringiya girêbestê de şirovekarê enerjiyê Şivan Zûlal ji Rûdawê re diyar kir, ku piştî sala 2013ê ti şîrketekê petrolê berê xwe nedaye Heeêma Kurdistanê û got; “Eger Rosneft li Kurdistanê ji bo berhemanîn û pêşxistina blokên petrolê dest bi kar bike dê şîrketên din jî berê xwe bidin Kurdistanê.”
Şirovekarê şîrketa şêwirmendî yê Macro Advisoryê ChrisWeafer di vê mijarê de dibêje, “Girêbesta Rosneftê ya ligel Herêma Kurdistanê hîmaya bihêzbûna Rûsyayê ya li Rojhilata Navîn nîşan dide. Ev girêbest tenê ji aliyê aborî ve sûdê nade şîrketa Rosneftê. Herwiha ji aliyê siyasî ve jî Kremlîn sûdê jê dibîne.”
Niha Herêma Kurdistanê rojane 600 hezar bermîl petrolê hinardeyê derve dike. Lê nehatiye eşkerekirin ka dê şîrketa Rosneftê rojane çiqas petrolê bikire.
Tenê ev yek hatiye destnîşankirin, ku dê şîrket pereyê petrolê pêşwext bide Herêma Kurdistanê. Ev yek jî ji bo hikûmeta Herêma Kurdistanê dibe alîkariyekê baş, ku niha bi krîza darayî re rûbirû ye.
Şîrketa Rosneftê:
Şîrketa Rosneftê şîrketeke rûsî ye û ji bo peydakirina û parzûnkirina petrolê kar dike. Şîrket di sala 1993yê de hatiye damezrandin.
Ji sala 2006ê ve di Borsaya Londonê de pişk û beşên wê tên nîşandan û kariya ji vê borsayê 10.7 milyar dolar kom bike.
Rosneft di sala 2013ê de bû mezintirîn şîrketa petrolê ya cîhanê. Di sala 2014ê de dahata wî ya salane 91.72 milyar dolar bû û tenê di 4 mehên sala 2014ê de qazanca wê 1.3 milyar dolar bûye.
Rosneft xwediyê 20 hezar karmend e û plan dike îsal rêjeya berhemanîna petrolê ji sedî 2.5 zêde bike.
Ji sedî 50yê xwediyê şîrketê hikûmeta Rûsyayê ye. Ji sedî 19.75 şîrketa BP ya brîtanî, ji sedî 0.54 qeter û şîrketa Glinkorê ye. Lê ji sedî 19ê wê jî yê taybet e.
Rudaw
