PDKT roja Zimanê Dayikê pîroz dike
Ev jî deqa daxuyaniya PDKTê ye:
Roja Zimanê Dayîkê ya Navnetewî pîroz be
Îro 21 yekê Sibatê roja Zimanê Dayik ê ya Navnetewî ye. Kengî, Çima Roja 21’Sibat’ê bûye roja Ziman’ê Dayik’ê ya Navnetewî? Di roja 21 Sibata 1952’de komek xwendevanên Bengeldaşî xwepêşandanek li dar xistin, xwestin ko bi elfebeya xwe, bi zimanê xwe perwerde bibin. wê çaxê Bangaldeş di bin desthilatdarî ya Pakistanê de bû. Ziman û çanda wan qedexe bû. Di vê xwepêşandanê de Polîsên Pakîstanî êrîş birin ser xwepêşandanan ew hemî tar û mar kirin hinek hatin girtin, 11 kes ji xwepêşandanan hatin kuştin Pakistanê; neҫar ma û di sala 1956’an de li gel zimanê Pakistan î, Zimanê bengalî jî wekî zimanê fermî pejirand.
Di sala 1971ê de jî Bengadeş ji Pakistanê cûda bû ew jî bû dewletek e serbixwe. Di sala 1999’anve 21ê sibatê bu roja Zimanê Dayikê ya Navnetewî.
Zimanê Kurdî di vî asrê 21’ê de hêj li Tirkiya’yê,di qada fermî de, di têkiliyên li gel saziyên dewletê de qedexe ye. Lêkolîn, perwerdeyî, elfeba û nivîsandina bi zimanê Kurdî di zagonên heyî de ne yasayî ye. Em netewa Kurd her û her dê doza vî mafê xwe yên rewa û bi rûmet bikin. Lê diva bê neye ji bîr kirin ko azadiya ziman bi axê ve girêdayî ye ger netewayek ne xwediyê axa xwe bê û ne xwedanê bazara xwe bê ti sûda wî zimanî ji wê netewa yê re nîne.
Rûmeta ziman ew e ko li navdewletî de ciyê xwe hebe. Ew jî xwediyê dewleta xwe û xwedî bazara xwe bê da netewayên din jî pêdivî bi fêrbûna wî zimanî bibinin. Da ku ew ziman bibê zimanê bazara nawdewletî ger ne weha bê ew ziman di navmalak girtî de dimînê. Ango bi kurtî dewletbûyîn rûmet û quweta zimên derdêxê qadê. Roja 21 Sibat’ê li hemî neteweyan û li Kurdistaniyan pîroz û şad be.
21.Sibat 2017
Partiya Demokrata Kurdistanê Tirkiya (PDKT)
Serokê Giştî
Mehmet Emîn KARDAŞ
k24
