• Sunday, 22 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Fransa civiyan

Gulan Media February 22, 2017 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Fransa civiyan
Roja sêşem 21.02.2017 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ji aliyê birêz François Hollande Serokê Fransa li Koşka Êlîzê (Elysee) hate pêşwazî kirin.

Li civîneke dostane da Serok Barzanî spasî Serok Hollande û gel û Hikûmeta Fransa kir ku li rojên teng da palpiştê gelê Kurdistanê bûne û li şerê terorîstên Da'îş da hevkar û yarmetîderê gelê Kurdistanê û Pêşmerge bûn û armanca serdanê jî dûpatkirina dostayetiya di navbera gelê Kurdistanê û gelê Fransa ye.

Her li vê hevdîtinê de Serokê Fransa pêzanînên xwe ji bo rola bi hêza Pêşmerge li şerê terorîstên Da'îş dûpat kir û tekez jî li wê yekê kir ku parastina aramî û asayîşa Herêma Kurdistanê ji bo Fransa gelek girînge, her wiha palpiştiya xwe ji bo Serok Barzanî û gelê Kurdistanê dûpat kir.

Qonaxên operasyona azadkirina Musil û şerê terorê û rewşa siyasiya Iraq û navçeyê mijareke dinê vê civînê bûn.

Piştî vê civînê Serok Barzanî û Serok Hollande li civîneke rojnamevaniyê de bersîva pirsiyarên rojnamevanan dan.

Top