YPG û Pêşmergeyên Rojava sê caran li Başûr civiyane
Berpirsê karûbarên serbazî yên kantona Cizîrê, Rêzan Gulo ji televîzyona K24 re gotiye, di heyama borî de YPG û Leşkerên Roj sê caran li Başûr civiyane.
Rêza Gulo daye zanîn ku di civîna yekemîn de Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî beşdar bûye, di civîna duyemîn de Şêwirmendê Encumena Asayişa Kurdistanê Mesrûr Barzanî û di ya sêyemîn de jî Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî beşdar bûye.
basnews
