• Sunday, 22 February 2026
logo

Barzanî û Hollande cara çaremîn dicivin

Gulan Media February 21, 2017 Nûçe
Barzanî û Hollande cara çaremîn dicivin
Biryar e îro Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Parîsê ligel Serokê Fransayê Françoîs Hollande bicive. Di nav 3 salan de ev cara 4emîn e ku herdu serok komdibin.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dê îro li gorî demjimêra Ewropayê 16:15ê ji aliyê Serokê Fransayê Françoîs Hollande ve bê pêşwazîkirin. Tê payîn, ku di hevdîtina îro de rewşa dawîn a operasyona Mûsilê û geşedanên li Iraqê bên nirxandin.

Roja 16ê Sibatê Serok Barzanî ligel şandekî siyasî û serbazî ji bo beşdarbûna 53emîn Konferansa Ewlekariya Cîhanî çû Munchena Almanyayê. Piştî konferansê Serok Barzanî derbasî Fransayê bû.

Piştî êrîşên DAIŞê yên li ser Başûrê Kurdistanê, di Îlona 2014ê de Serokê Fransayê Françoîs Hollande weke yekemîn serokê welatekî serdana Hewlêrê kir û ligel Serok Barzanî civiya, bi vî awayî piştgiriya xwe ya li hember şerê DAIŞê nîşanda.

Di Sibata sala 2015ê de vê carê Serok Barzanî serdana Fransayê kir û ligel Hollande civiya.

Cara duyemîn jî roja 2ê Çileya 2017ê de Hollande di yekemîn serdana xwe ya sala nû de serdana Herêma Kurdistanê kir û bi protokolekî taybet ji aliyê Mesûd Barzanî ve hate pêşwazîkirin.

Fransa endamê Yekîtiya Ewropayê ye û yek ji 5 endamên dayîmî yê Civata Ewlekariya Navdewletî ye. Di nav hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê de xwedan bandor e û di vê çarçoveyê de alîkariyê dide Hêzên Pêşmerge.

Pêwendiyên dîrokî di navbera Fransa û Herêma Kurdistanê de hene. Di derxistina biryara jimare 688 a Civata Ewlekariya Navdewletî ya sala 1991ê de, ku bi armanca avakirina herêmeke dijî firînê û parastina Başûrê Kurdistanê hatibû wergirtin, rêveberiya Parîsê rolekî berçav lîstibû.

Di şerê li dijî DAIŞê de Fransa alîkariyê dide Hêzên Pêşmerge. Zêdetirî 20 firokeên Fransayê di çarçoveya hevpeymaniyê de li Sûriye û Iraqê çeperên DAIŞê bombebaran dikin.

Rudaw
Top