Serokwezîr bo şandeya Amerîkayê: Ji bilî warê leşkerî digel Bexdayê tu pêşkeftin çênebûne
di civînê de ku, Qubad Talebanî cîgirê serokwezîr amade bû, Rober Korker di axavtina xwe de hevahengiya navbera arteşa Îraqa federal û Pêşmergeyê Kurdistanê di operasyona azadkirina Mûsilê û derdûra wê de bilind nirxand û got ku pêwîste ew hevahengî di warên din jî de hebe û Herêma Kurdiatnê di pêvejoya aştya sertaserî Îraqê de rola xwe bilîze û piştevnaiya welatê xwe ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên hilawîstiyên navbera Hewlêr û Bexdayê de nîşan da.
Nêçîrvan Barzanî sipasiya piştgirî û alîkariyên Hevpeymana Navdewletiya dijî DAÎŞ û bi taybetî Amerîkayê bo Herêma Kurdistanê kir ku wê piştgiriyê û wan alîkariyan roleke mezin di têkşikandina êrîş û gefên terorîstên DAÎŞ de hebû. Serokwezîr behsa qorbaniyên xelk, hikûmet û pêşmergeyê Kurdistanê di rûbirûbûna terorê û pêşwazî û hewandina koçber û penaberên destê terorê kir û diyar kir ku, kirîza êkonomî barê hikûmeta Herêma Kurdistanê gelek girantir kiriye.
Barzanî ji şandeya mêvan re got ku di warê leşkerî de hevahengiyek baş di navbera Hewlêr û Bexdayê de heye, lê di warên din ti pêşkeftin çênebûne û eşkere kir ku hikûmeta Herêma Kurdisanê amadeye hemû pirsgirêkan bi rêya diyalog û danûstandinan bi Bexdayê re çareser bike.
Serokwezîrê Kurdistanê got ku xelkê Herêma Kurdistanê û hemû pêkhateyên din yên Îraqê mafê wan heye ji paşeroja xwe dilrehet û piştrast bin û ji bona vê yekê jî parelel digel operasyonên leşkerî, pilaneke aştiya niştimanî hebe ku heta niha li Bexdayê behsa vê pirsê nehatiye kirin.
