• Sunday, 22 February 2026
logo

HAK-PAR dê di referandûmê de bibêje “Na!”

Gulan Media February 20, 2017 Nûçe
HAK-PAR dê di referandûmê de bibêje “Na!”
Partiya Maf û Azadiyan HAK-PAR, bi daxuyaniyekî ragihand ku ewê di referandûma ku dê di 16’ê Nîsanê de bê kirin de dengê “Na!” bikar bînin.

Serokê Giştî yê HAK-APAR’ê Refîk Karakoç bibîrxist ku di referandûma dawî de, piştgriya guhartina makezagona cuntekaran kirine ku dîsa ji aliye heman hikûmetê ve hatibû pêşniyar kirin.

Serokê Hak-Parê anî ziman ku di vê referandûmê de tu egereke ku bibêjin “Erê!” nîn e, barovajî, 18 xalên ku hatine destnîşankirin ji makezagona 1982’an ya cuntekarî cuda nabînin.

Karakoç, dîsa diyar kir ku pêwstiya Tirkiyeyê bi makezagoneke nû heye, lê di xalên ku di referandûmê de hatine diyar kirin de; ne ji bo pêşketina demokrasiyê, ne jî ji bo çareseriya pirsgirêkên gelê Kurd tu tiştekî nîn e û loma jî wan biryara ku bibêjin na, girtine.

k24
Top