• Sunday, 22 February 2026
logo

Du teqîn di Bexdayê de pêk hatin

Gulan Media February 20, 2017 Nûçe
Du teqîn di Bexdayê de pêk hatin
Jêderekî li polîsên Bexdayê ragehand ku bi sedema teqîna du bombeyên çandi di bakur û rojavayê Bexdayê de du kes hatin kuştin û heftên din jî birîndar bûn.

Efserekê polîsên Bexdayê bi navê Neqîb Nezhan Xizir rahenad ku:”Bi sedema teqîna bombeyeke çandî di qada kirîn û firotina heywanan de di bajarokê Hemdaniyê li rojavayê Bexdayê du kes hatin kuştin û çarên din jî birîndar bûn.”

Wî efserî herwiha got ku bi sedema teqîna bombeyeke din di cîhekê nêzîkî şûnên bazerganî li naçeya Sebebûr li bakur Bexdayê sê kes birîndar bûn.

Heta niha ti aliyekê berpirsiyaretiya xwe li hemberî vê teqînê de ranegehandiye

basnews
Top