• Sunday, 22 February 2026
logo

Barzanî û Serokê Fransa dicivin

Gulan Media February 20, 2017 Nûçe
Barzanî û Serokê Fransa dicivin
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi Serokomarê Fransa François Hollande re dicive.

Li gorî agahiyan Rûdawê, roja sêşemiyê 21ê Sibata 2017ê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Koşka Êlîze bi Serokê Fransa François Hollande re hevdîtinekê pêk bîne.

Koşka Serokatiya Fransayê di daxuyaniyekê de ragihand, roja sêşemiyê Hollnade dê pêşwazî li Mesûd Barzanî bike.

Li gorî daxuyaniya Êlîzeyê, civîna Barzanî û Hollande dê saet 16:15 li gorî dema Parîsê dest pê bike.

Barzanî û Hollande pêştir çend caran him li Fransa û him jî li Herêma Kurdistanê hevdîtin kirine.

Rudaw
Top