Cubêr: Îran piştevana sereke ya terora cîhanê ye
Ajansa “Rueters” belav kir, Cubêr di Konferansa Asayişa Cîhanê de ragihand, Îran piştevana sereke ya terora cîhanê ye biryara têkdana sîstema Rojhilata Navîn dide û heger Îran siyaset û kiryarên xwe neguhêre, zehmet e danûstandinê pê re bikin.
Wezîrê Derve yê Siûdiyê derbarê rola Îranê li Rojhilata Navîn de got jî: “Îran piştevaniyê dide rêjîma Esed û hevkariya darayî dide Hosiyên Yemenê yên cudaxwaz û alîkariya grûpên tundrew yên navçê dike.”
Di dawî axaftina xwe ya derbarê Îranê de, Cubêr ragihand, pêwîst e civaka navdewletî “Hêla Sor” ji bo kiryarên Îranê re diyar bike.
K24
