HDP bo Demîrtaş û Yuksekdag diçe Dadgeha Ewropayê
Nivîsgeha Çapemeniyê ya HDPê da xuyakirin, Şanda ku ji Fîlîz Kerestecîoglu, Mîthad Sancar, Osman Baydemîr, Saruhan Uluç û Reyhan Yalçindag pêk tê, dê 20'ê vê mehê biçin Strazbûrgê û heta 21'ê hin hevdîtinan pêk bînin.
Hat ragehandin, rewşa girtî ya hevserokan derveyî hiqûqê ye û şanda HDPê, dê serî li Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê bide ku, parlamenterên wan serbest bên berdan.
Hevserokên Partiya Demokratîka Gelan (HDP) Selahedîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de, 11 parlamenterên HDP ji 4ê Cotmeha 2016an ve hîn di zindanê de ne.
K24
