Tirkiyê ji bo rizgarkirina Reqayê du plan radestî Amerîkayê kirine
Li gor rojnameya "Hurriyet" di rapora xwe de ragehandiye, yek ji wan planan ew e ku, Hêzên Tirkiyê ligel Hêzên Taybet yên Amerîkayê bi arîkariya çekdarên Opozîsyona Sûriyê ji aliyê bajarê Girê Spî yê ku, niha di bin kontrola Yekîneyên Parastina Gel(YPG) derbasî xaka Sûriyê bibin.
Li gor wê planê ew hêz wê navçeyên di bin kontrola Yekîneyên Parastina Gel(YPG) derbas bibe û berê xwe bide bajarê Reqayê yak u, bi 100K.m jê dûre, bi vê yekê li gor rojnameyê pêwîste Amerîka daxwaz ji YPG bike rê bide Artşa Tirkiyê daku 20K.m li nav navçeyên di bin kontrola wê re derbas bibe.
Herwiha rojnameya aşkere kir ku, plana duyemîn jî ew ku, Tirkiyê ji bajarê Babê berê xwe bidin Reqayê wê demê pêwîste bi dirêjahiya 180K.m di nav deverên çiyayî re derbasbibn heta ku, bigehe bajarê Reqayê .
Tê zanîn ku, Hêzên Sûriyê yên Demokratîk(HSD) di destpêka vê mehê de dest bi qonaxa siyemîn a operasyona rizgarkirina Reqayê kirine.
Basnews
