Wezîra bervaniya Almanyayê: Piştevaniya ragehandina dewleta Kurdî dikin
Di bersiva pirsa peyamnêrê BasNewsê derheqê vê yekê ku helwesta welatê Almanyêyê di dema ragehandina dewleta Kurdî vê çawan be? Wezîra Berevaniya Almanyayê got ku:”Ev yeke girêdayî wan bixweye lê eger ew dewleta xwe ya serbixwe ragehînin em ê piştgîriyê bikin.
Tekez jî kir ku biryara serxwebûnê birayara gele û gel çi biryarekê bide vê ew wek dewleta Almanyayê rêzê lê vê biryarê bigirin.
Li ser mijara Pêşmergan jî got ku:”Pêşmerge hêzekî bi bandore û roleke mezin heye bi taybet di şerê dijî DAIŞê de, bi alxanî ve, vê Almanya Pêşmerge bi tenê nahêlin û vê berdewam bin li piştevanîkirin û dabînkirina çek û teqemenî û pêdiviyên şer jî bo wan.”
Herwiha ev yeke jî eşkere kir ku sala borî li Kurdistanê bûye û bi çavê xwe hêza pêşmergeyan dîtiye û şandên Wezareta Berevanî jî bi berdewamî serdana Kurdistanê dikin û nexşeyan didanên û li gor wan nexşeyan planên alîkaiyê ji bo hêzên Pêşmergeyan didanên herwiha hemanegî li gel Wezareta avedankirinê heye heta jî aliyê madî ve alîkariya Herêma Kurdistanê bikin.
Basnews
