Fermandareke Rûs: Serxwebûn mafê Kurdistanê ye
General Viyaçeslav Trubînkov ku fermandareke berê yê saziya istixbarata Rûsî ya KGBê ye, di konferansa asayîşa cîhan a Munchenê de ji BasNewsê re ragehand, Pêşmerge di şerê dijî rêxistina tund a DAIŞê de teqez kir, cengaveriya wî bihêze û pêwîste piştevaniya navnetewî jê re bê dayîn.
General Viyaçeslav Trubînkov ku heman demê de rojnamevaneke Rûsî ye û demeke jî cîgirê wezîrê derve yê Rûsyayê bû, dibêje divê cîhan rêz li daxwaz û xwastekên hemû milletan û kurdan bigre.
Ew siyasetmedarê Rûsî ragehand, mafê Kurdistanê ye ku serbixwe be, derbarê ragehandina dewleta Kurdistanê de jî got, naha dema vê ye!
Basnews
