Hevdîtin û çalakiyên Serok Barzanî li 2. roja Konferansa Asayîşa Cîhanî li Munîx
Roja şemî 18.02.2017 li duyemîn roja Konferansa Asayîşa Cîhanî ya li bajarê Munîxa Almanya û li çarçêweya Konferansê birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel Şêx Xalid El Cerah Cîgirê Serok Wezîr û Wezîrê Navxweya Kuweyt û şanda li gel civiya.
Li hevdîtinê de Serok Barzanî balkişand li ser peywendiyên dîrokiyên Herêma Kurdistan û Kuweytê kir û tekez li ser berfirehtirbûn û berdewamiya wan peywendiyan kir.
Li vê civînê de şerê Da'îş û çawayiya berengarbûna teror li ruyê serbazî û fikrî û aborî ve hate nirxandin.
Li beşekî dinê hevdîtinê de Cîgirê Serok Wezîrê Kuweytê ragihand ku Hikûmeta Kuweytê xweşhal dibê ku li Kuweyt pêşwaziya Serok Barzanî bike.
Piştî vê civînê Serok Barzanî li gel şandeke hevbeş ya Encûmena Nûneran û Encûmena Pîrên Amerîka li her dû Partiyên Demokrat û Komarîxwaz ya bi Serokayetiya Senator John McCain civiya.
Li vê civîna berfireh da şanda hevbeşa her dû Encûmena Nûner û Pîrên Amerîka tekez li ser peywendiya dostaneya di navbera gelê Kurdistan û gelê Amerîka kir û spas û pêzanînên xwe ji bo azayetiya hêzên Pêşmerge li şerê dijî Da'îş hebû û serxweşiyê jî li Serok Barzanî û kesukarên wan Pêşmergeyan kir ku li şerê terorîstên Da'îş da şehîd bûne.
Li beşekî dinê civînê da di derbarê paşaroja Kurdistanê û mafê gelê Kurdistanê li diyarkirina çarenûsa xwe û peywendiyên Kurdistan û Amerîkayê de danustandina bîr û ramanan kirin.
Her li vê hevdîtinê de şanda hevbeşa her dû Encûmena Nûner û Pîrên Amerîka komek pirsiyarên di derbarê rewşa siyasiya navçeyê û Iraq û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê pêşkêşî Serok Barzanî kirin.
Her li çarçoveya konferansê Serok Barzanî li gel Thomas Oppermann Serokê Partiya Sosyal Demokrata Almanya civiya.
Li hevdîtinê de behsa operasyona azadkirina Musil û rola Pêşmerge li şerê terorê û her wiha peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Almanya û Serokê Partiya Sosyal Demokrata Almanya destxweşiyê li Pêşmerge kir ku qehremanane terorîstên Da'îş têk şikandiye.
Civîna li gel António Guterres Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî wêstgehekî dinê çalakiyên Serok Barzanî bû li duyemîn roja Konferansa Asayîşa Cîhanî ya li Munîx.
Li hevdîtinê de Serok Barzanî Sekreterê nû yê rêxistina Neteweyên Yekgirtî wekî dostekî kevin wesifkir û pîrozbahiyê destbikarbûna wî ya li erkê nû da kir.
Li vê hevdîtinê de di derbarê rewşa siyasî û emniya Iraq û Sûriye û her wiha rewşa siyasî ya navçeyê û şerê dijî terorîstên Da'îş de danustandina bîr û ramanan kirin.
Her li heman rojê da Serok Barzanî li gel Mike Pence Cîgirê Serokê Amerîka û şanda li gel civiya.
Li hevdîtineke dostane da Serok Barzanî pîrozbahiyê li Cîgirê Serokê Amerîkayê kir ji bo hilbijartina wî ya wekî Cîgirê Serok û hêviya serkeftinê ji bo wî xwest.
Li civînê de peywendiyên Herêma Kurdistan û Amerîka li warên cûr bi cûr de hatin nirxandin û bi têr û tije behsa şerê terorîstên Da'îş û operasyona azadkirina Musilê kirin.
Paşaroja Kurdistan û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Bexda mijareke dinê vê civînê bû û her dû alî tekez li ser berdewamî û berfirehtir kirina peywendiyên di navbera her dû aliyan kir.
Piştî vê civînê Serok Barzanî li gel Heyder Ebadî Serok Wezîrê Iraqê civiya.
Li kombûnê da behsa rewşa bajarê Musil û qonaxên operasyona azadkirina wî bajarî û şerê Da'îş kirin.
Li dirêjahiya çalakî û hevdîtinên li çarçoveya Konferansa Asayîşa Cîhanî ya li bajarê Munîx Serok Barzanî li gel Manfred Weber Serokê Grûpa Muhafazakarê nav Parlemena Ewrupa kir ku mezintirîn grûpa Parlemenî ya li Parlemena Ewrûpaye.
Li hevdîtinê de Serokê Grûpa Muhafazakarê Parlemena Ewrûpa pêzanînên xwe ji bo rola Pêşmerge ya li şikestdana terorîstên Da'îş hebû û destxweşiyê li serkirde û fermandeyên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir û ragihand ku grûpa wî piştgîriya gelê Kurdistan û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike.
Her li vê hevdîtinê de behsa çawayiya yarmetîdana koçberan û rewşa mirovî ya koçber û lêqewimiyan û her wiha rewşa aboriya Herêma Kurdistanê kirin.
Her li duyemîn roja Konferansa Asayîşa Cîhanî ya li Munîx û li çarçoveya konferansê Serok Barzanî li gel Angelino Alfano Wezîrê Derveyê Îtalya civiya.
Li hevdîtinê de Wezîrê Derveyê Îtalya ragihand ku hatiye bi Serok Barzanî bibêje ku welatê wan berdewam dibê li piştgîriya Herêma Kurdistanê û hemû aliyên siyasiyên Îtalya jî alîgirên wê piştgîriyê ne. Eve jî xisterû ku li paşarojê de serdana Herêma Kurdistanê dike.
Êvariya roja şemî 18.02.2017 li çarçoveya Konferansa Asayîşa Cîhanî li bajarê Munîx Serok Barzanî li gel Ursula Von Der Leyen Wezîrê Berevaniya Almanya civiya.
Li hevdîtinê de Wezîrê Berevaniya Almanya ji bilî destxweşîkirina li Serok Barzanî pîrozbahiya serkeftinên Pêşmerge li Serok Barzanî kir li şerê dijî terorîstên Da'îş. Her li vê hevdîtinê de peywendiyên di navbera Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevaniya Almanya û berfirehtir kirina wan peywendiyan hate nirxandin.
Rewşa bajarê Musil û şerê terorê û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Almanya mijareke dinê vê hevdîtinê bû.
Li vê civînê de Mihemed Hacî Mehmud Sekreterê Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê û Şêx Ce'fer Şêx Mistefa Endamê Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê û Ferîqê Yekem Emer Osman Endamê Mekteba Siyasiya Partiya Demokrata Kurdistanê û Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê û Enwer Hacî Osman Birîkarê Wezareta Pêşmerge û Hêmin Hewramî Endamê Encumena Serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistanê şanda li gel Serok Barzanî pêktînin.
