• Sunday, 22 February 2026
logo

ENKS nûneratiya xwe li Almanyayê vedike

Gulan Media February 18, 2017 Nûçe
ENKS nûneratiya xwe li Almanyayê vedike
Endamê Komîteya Peyvendiyên Derve ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) Silêman Oso ragehand ku, li ser erê kirina Wezareta Derve ya Almanyayê ENKS nûneratiya xwe di 8ê meha Adarê de li Berlînê vedike.

Li gor daxuyaniyekê bo malpera "Yekîtî Media" Endamê Komîteya Peyvendiyên Derve ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) Silêman Oso ragehand ku, piştî karûxebateke diblomasî ya Komîteya wan Wezareta Derve ya Almanyayê vekirina nûneratiya ENKS li wî welatî qebûl kir.

Oso diyar kir ku, biryare di 8ê Adarê de nûneratiya ENKS bi amadebûna Serokê Encûmenê Ibrahîm Biro ,berpirsê Komîteya Pêwendiyên Derve û endamên wê komîteyê were vekirin.

Herwiha Silêman Oso di daxuyaniya xwe de tekez kir ku, niha kar li ser merasîma vekirina ofîsê û şandina vexwendinan bo aliyên siyasî û diblomasî têne kirin.

Duh jî, endamê Komîteya Peyvendiyên Derve ya ENKS Siyamend Haco li gel hin berpirsên Wezareta Derve ya Almanyayê civiya bû.

Basnews
Top