• Sunday, 22 February 2026
logo

Tirkiyê derbarê teqîna Rihayê de 26 gumanbar girtin!

Gulan Media February 18, 2017 Nûçe
Tirkiyê derbarê teqîna Rihayê de 26 gumanbar girtin!
Li Tirkiyê di çarcoveya lêpirsînê de derbarê teqîna bajarê Rihayê ku, duh danê êvarî hatibû pêkanîn û tê de zarokekî canê xwe hi dest dabû û 15 kesên din jî birîndarbûbûn 26 gumanbar hatin girtin.

Parêzgarê bajarê Rihayê ya Kurdistana bakur Azim Tuna di daxuyaniyekê de ji medyaya Tirkiyê re ragehand ku, piştî teqîna duh, ya taxa Yenişehirê bi armanca girtina wan kesên ku, ew teqîn pêkanîn lêpirsînan dan destpêkirin.

Herwiha Parêzgarê bajarê Rihayê li Kurdistana bakur Partiya Karkerên Kurdistanê(PKK) bi pêkanîna wê teqînê tometbar kir.

Ji aliyê xwe ve Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekir Bozdag derbarê teqîna bajarê Rihayê de ragehand ku, kiryarên wiha nikarin şerê me yê li dijî terorê rawestînin û asteng bikin.

Duh, danê êvarê teqînek li bajarê Rihaya yê Kurdistana bakûr pêk hat û di encamê de zarokekê jiyana xwe ji dest da û 15 kes jî birîndar bûne.

Basnews
Top