Li Bexda û başûrê Iraqê xwepêşandan berdewam in
Peyamnêrê Rûdawê li Bexdayê Behmen Hesen ragihand: “Îro înê ji saet 15:00 ve li Bexda û parêzgehên başûr û naverast ên Iraqê bi bilindkirina wêneyên kuştiyên di xwepêşandana şemiya bihorê ya Bexdayê, xwepêşanan tên lidarxistin. Xwepêaşndan jî li pêşberî ofîsên Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê tên encamdan”.
Behmen Hesen got: “Li gorî zanyariyan, Muqteda Sedir biryar daye, heta meha Îlona îsal ku hilbijartinên encumenên parêzgehên di vê mehê de birêve diçin, xwepêşandan û nerazîbûn berdewam bin. Herwiha Sedir daxwaz kiriye ku hêzên ewlehiyê, xwepêşanderan biparêzin û êrişî wan nekin”.
Rêberê Tevgera Sedir, Muqteda Sedir, duh şev 16ê Sibata 2017ê di daxuyaniyekê de daxwaza kir, ku xwepêşandana îro înê li Meydana Tehrîr a Bexdayê bi bêdengî birêve biçe.
Sedir di daxuyaniya xwe de dawaza parastina canê xwepêşander û welatiyan ji hêzên ewlehiyê kiribû.
Rudaw
