Barzanî ligel Wezîrê Derve yê Ermenîstanê civiya
53emîn Konferansa Ewlekariya Cîhanî ya li bajarê Munich a Almanyayê îro dest pê dike. Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî li gel şandekî serbazî û siyasî ya Herêma Kurdistanê li Munichê ye.
Peyamnêrê Rûdawê ragihand, ku beriya konferansê Mesûd Barzanî ligel şandekî Ermenîstanê ya di bin serokatiya Wezîrê Derve yê Ermenîstanê Eduard Nalbendyan civiya.
Peyamnêrê Rûdawê da zanîn, ku civîn li cihê mayîna şanda Herêma Kurdistanê birêveçû.
53emîn Konfransa Ewlekariya Munchenê
53emîn Konfransa Ewlekariya Munchenê îsal ji 17ê Sibatê dest pê dike û dê heta 19ê Sibatê berdewam be. Di konfransa îsal de 30 serokên dewletan û 80 wezîrên derve û berevaniyê yên welatên giring ên cîhanê û şandeke kongreya Amerîkayê jî beşdar dibin.
Herwiha di konfransa îsal a Munchenê de, Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence, Wezîrê Berevaniya Amerîkayê James Mattis, Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî Antonio Guterres, Serokê Encumena Ewropayê Donald Tusk û Sekreterê NATOyê Jens Stolenberg jî beşdar dibin.
Di 53emîn Konfransa Ewlekariya Munchenê de, dê mijarên weke pêşeroja pêwendiyên navbera welatên atlantîk û endamên NATOyê bi taybet piştî hilbijartina Donald Trump weke Serokê Amerîkayê, Hevkariyên navbera dewletên Ewropayê di warê ewlekarî û berevaniyê de, pêwendiyên bi Rûsya re, şerê li Sûriyê û herwiha rewşa ewlekariyê li Asya-Pasîfîkê û şerê zanyariyên ji aliyên beşdarbûyan ve werin gotûbêjkirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî bi vexwandineyekî fermî ji bo vê konfransa giring a ewlekariyê hatiye vexwandin.
Di vê serdanê de Sekreterê Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê (PSDK) Mihemed Hacî Mehmud, Endamê Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Şêx Cefer Şêx Mistefa, Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Emer Osman, Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê Fûad Husên, Endamê Serkirdayetiya PDKê Hêmin Hewramî û Birîkarê Wezareta Pêşmerge Enwer Hacî Osman jî hevaltiya Mesûd Barzanî dikin.
Di çarçoweya vê konferansê de Barzanî dê li gel hejmarek serkirde û berpirsên siyasiyên welatên beşdarbûyî dicive.
Rudaw
