• Sunday, 22 February 2026
logo

Almanya…Konferansa asayîşa cîhanî destpê dike

Gulan Media February 17, 2017 Nûçe
Almanya…Konferansa asayîşa cîhanî destpê dike
Konferansa asayîşa cîhanê ya wek konferansa Munchenê tê zanîn li Almanya destpê dike û serokê herêma Kurdistanê jî beşdarvanê konferansê ye.

Konferansa 53.mîn a asayîşa cîhanî ya Munchenê îro 17.02.2017ê bi beşdariya 500 kesayetî û rêveberên leşkerî û siyasî yên cîhanî dê destpê bike û dê sê rojan berdewam bike.

Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî beşdarî konferansê dike û herwaha li kêleka konferansê jî gelek hevdîtin û gotûbêjan li gel berpirsên payebilind ên cîhanî dê pêkbîne û daxwaza alîkariyê bo herêma Kurdistanê li dijî şerê DAIŞ û terorê dê bike.

Mijara serekî ya konferansa asayîşa Munchenê, asayîşa cîhanê, şerê terorê, pirsgirêka penaberan û pirsgirêkên welatên Yekitiya Ewropayê û bi taybetî jî ji aliyê asayîş û çend pirsgirêkên ku girêdayîne bi wan welatan ve dê bên gotûbêj kirin.

Basnews
Top