• Sunday, 22 February 2026
logo

Soran...14 kîlo madeyên hişber hat girtin

Gulan Media February 17, 2017 Nûçe
Soran...14 kîlo madeyên hişber hat girtin
Hêzên asayişê yê ser bi navenda nehiştina madeyên hişber çend kes girtine ku madeyên hişber li gel wan de bûn.

Jêderekî di beşa nehiştina madeyên hişber îro 16.02.2017ê ji bo BasNewsê ragehand ku:”Di berdewamiya hewlên asayişa nehiştina madeyên hişber di çend rojên borî de çend kes di bajarê Soranê de hatine girtine ku 14 kîlo madeyên hişber li gel wan bû, cûreya madeyên hişber jî heroin û heşîş bûye.”

Jêderî herwiha got ku:”Kesên ku bi vê tometê hatine girtin sê kesin û lêkolînên hêzên ewlehî berdewamin.”

Basnews
Top