Fîkrî Îşik: Herêma Aram bo PYDê qebûl nakin
Îşik ku bi armanca beşdarbûna civîna NATO li Brukselê bû bersiva rojnamegera da û got, operasyona Babê ber bi dawî tê, lê encamên ku ew dixwazin, hîn bidest neketine.
Îşik da zanîn, mercê bingehîn yê Tirkiyê ew e ku, bi ti awayê hêzên PYDê beşdarî operasyona Reqayê nebin û tenê Ereb beşdar bin û qebûl nakin ku, bo deverên bin desthilatiya PYDê herêmên ewle bên ragihandin.
Îşik got, Amerîka zêdetir piştevaniya operasyonên Tirkiye dike û Sererkanê Amerîka Joseph Dunford jî dê sibê serdana Tirkiyê bike û dê bi Sererkan Hulusî Akar re hevdîtinekê pêk bîne û operasyona Reqayê ku bi hev re binirxînin.
K24
