Kurdên Rojhilat bangawaziya hikûma Amerîkayê kirin
Li eyaleta Virginiayê ku nêzîk Washingtonê ye derdora 400 kurdên ji Rojhilata Kurdistanê dijîn.
Kurdê ji Rojhilatê Kurdistanê yê bi navê Cemal ji Rûdawê re got ku bila hikûmeta Amerîkayê fiaşara xwe li ser Îranê zêde bike da ku Îran xwe tevlî karên navxweyî yên welatên din neke û tadeya li welatiyên neke.
Nûnerê Partiya Demokrata Kurdistanê (HDK ango PDKa Rojhilat) Areş Salih jî diyar kir ku li ser vê mijarê raste rast bi endamên kongresa Amerîkayê û çend dezgeh û saziyên wî welatê re hevdîtin pêk anîne.
Rêveberiya Trump dixwaza Supaya Pasdarên Îranê hilde nav “Lîsteya Terorê” û hewlên xwe yên di vî warî de jî zêdetir kiriye.
Weke din li gor gotinên rayedarên nêzîkî Trump, rêveberiya Koşka Spî, Îranê ji bo berjewendiyên xwe gefeke aşkere dibîne û dixwaze zexta li ser Îranê zêde bike.
Li gorî peymana nûkleerî ya 2015an divê Îran dev ji bernameya xwe ya nûkleerî berde û li beramberî vê jî divê mûeyîdeyên ser wî welatî bihata rakirin.
Rûsya, Çîn û welatên ewropî dixwazin peyman bi vî halî were parastin lê Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahu û Donald Trump dixwazin li hemberî Îranê serî li bergiriyên tund bidin.
Rudaw
