• Sunday, 22 February 2026
logo

Parlamenterekî Kurdistanê: Piştî meha Nîsanê kirîza darayî dê sivik bibe

Gulan Media February 16, 2017 Nûçe
Parlamenterekî Kurdistanê: Piştî meha Nîsanê kirîza darayî dê sivik bibe
Endamekî parlamentoya Kurdistanê dibêje, tê pêşbînîkirin ku piştî meha Nîsanê, kirîza darayî sivik bibe.

Endamê parlamentoya Kurdistanê Bapîr Kamela ji BasNewsê re got, parlamento aktîf nîne ji ber wê jî firaksyon nikarin zêde li dû kêşe û mijaran biçin. Lê parlamenter di nav xwe de kar dikin.

Bapîr Kamela her wiha got, tê pêşbînîkirin ku piştî meha Nîsana îsal kirîza darayî sivik bibe û beşek jê were çareserkirin.

basnews
Top