• Sunday, 22 February 2026
logo

Amerîka hijmara kuştîyên Daişê li Îraqê û Sûrîyê aşkere kir

Gulan Media February 16, 2017 Nûçe
Amerîka hijmara kuştîyên Daişê li Îraqê û Sûrîyê aşkere kir
Fermandeyekê bilind yê serbazî yê Amerîka li Îraqê aşkere kir: dinav du sal û nîvan da zêdetir ji 60 hezar çekdarên Daişê li Îraq û Sûrîyê hatine kuştin.

General Reymond Tomas fermandeyê operasyonên taybet yên supayê Amerîka ragîhand: hijmara kuştîyên Daişê li çend mehên borî zêdebûne, ew jî ji berku hêzên Îraqî û yên Sûrîya demokrat pêşveçûnên berçav li ser Daişê kirine.

Navbirî da zanîn jî: bi dirêjahîya du sal û nîvan li şerê dijî rêxistina Daişê li Îraq û Sûrîyê, zêdetir ji 60 hezar terorîstên wê rêxistinê hatine kuştin.

Ev di demekî daye hêzên Îraqî bi alîkarîya hevpeymanîya Navdewletî li dijî Daişê zêdetir nîvê bajarê Mûsilê rizgar kirine û hêzên Sûrîya Demokrat jî li derdorên Reqqa li dijî Daişê şer dikin.

War.tv
Top