Hejmara qurbaniyên teqîna Sedir zêdebûn!
Duh êvarî 15.02.2017ê wesayîteke bombekirî li navçeya pêşangeyên otomobîl a li navçeya Sedir a Bexdayê hate teqandin.
Li gor zanyariyên bi dest ketine ji ber teqînê 15 kesan jiyana xwe ji dest daye û 50 kesên din jî birîndar bûne.
Ji ber ne çalak bûna hêzên ewlehiya Iraqê rojane teqîn, kuştin û revandina hemwelatiyan li bajarên Iraqê û bi taybet jî li Bexdayê pêktên.
Basnews
