• Sunday, 22 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiyê li parlamenter Viyan Dexîl dike

Gulan Media February 15, 2017 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiyê li parlamenter Viyan Dexîl dike
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê di peyamekê de pîrozbahiyê li Viyan Dexîl endama parlamentoya Îraqê dike ku roja çarşema borî li Kogresa Amerîkayê bi xelata Lontus hat xelat kirin.
Ev li jêr teksta payama serokwezîr:

Birêz xatûn Viyan Dexîl
Endama parlamentoya Îraqê li ser fraksyona Partiya Demokrata Kurdistanê

Silav û rêz

Ez ji dil wergirtina xelata Lontus bo mafên mirovî li we yên birêz pîroz dikim. Xelatkirina we yên birêz bi vê xelatê ji aliyê saziya Lontus ya ji bo mafê mirozî û dadperweriyê, qedirgirtina rola we ya diyar û ber bi çav ya ji bona bergirîkirin ji mafên mirov û dadperweriyê ye, bi taybetî bergiriya we ya bê hempa ji mafên xûşk û birayên êzidî û xebatên we yên berdewam ku êş û janên wan bi civaka navdewletî bigihînî û, herwesa, bergirîkirin û parastina mafê zarok û jinan û alîkarîkirina wan, û xebatên we yên ji bona rizgarkirina ew xûşk û bira û zarokên êzidî ku hêşta di destê terorîstan de mane ye.

Hêvî dikim di kar û xebatên xwe de serkeftî û berdewam bî ku, em û hemû mirovperwer û nawendên mafê mirov û dadperweriyê qedir û hûrmetê ji wan çalakiyên we re digirin û ji bona serkeftina vê peyama mirovî, ji bo hemû piştgirî û piştevaniyê em amade ne.
Careke din pîrozbahiyê li we dikim û hertim serkeftî bin.

Nêçîrvan Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê
14.02.2017

Weke tê zanîn Viyan dexîl kudeke êzidî ye û li ser lîsteya Partiya demokata Kurdistanê endama parlamentoya Îraqê ye. Roja çarşema borî, ew ji aliyê Kongresa Amerîkayê ve bi xelata Lantosê hat xelat kirin. Ev xelat ji wan kesatiyên cîhanî re tê dan yên di warê mafê mirov û dadperweriyê de çakaliyên bijarte encam didin.


Top