HDP: “NA” bikar tînin
Fîlîz Kerestecîoglu, li Parlamentoya Tirkiyê derbarê nûçeyên boykotkirina referandûmê de, civîneke çapemenî darxist û da zanîn, bi ti awayê mijarek wiha nehatiye rojeva wan.
Kerestecîoglu da xuyakirin, êdî, di dema hilbijartinê de jî nahêlên kes biaxive û nêrînên xwe bêje, lê bi hemû hêza xwe nikarin welatiyan bi bawer bikin.
Herwiha Navenda Rêveberiya HDPê da xuyakirin, di nav du rojan de bi sedan endam û rêveberên wan hatine binçavkirin û di rewşek wiha de çûna hilbijartinê wek "bêehlaqiya siyasî" bi nav kir.
K24
